• Wednesday, 15 January 2025
logo

Serkirdeyekî PDKê bo Mehmûd Sengawî: Hûn ligel PKKê nokerê yek axayî ne û ti qiymetê gotinên te tunene

Serkirdeyekî PDKê bo Mehmûd Sengawî: Hûn ligel PKKê nokerê yek axayî ne û ti qiymetê gotinên te tunene

Endamê Serkirdayetîya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Necat Hesen bersiva Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî dide û dibêje heger hûn ligel PKKê nokerên yek axayî nebin ew şer wê heta ber deriyan malan were.

Endamê Serkirdayetiya YNKê û yek ji xiyanetkarê 16ê Cotmeha 2017an Mehmûd Sengawî ku li nava kurdan bi kuştina ciwanên kurd û rojnamegeran hatiye naskirin û hertim şer li dijî hêzen kurdî kiriye û beramber dagirkerên Kurdistanê hîç helwêsteke wî nebûye bangeşeya wê yekê dike ew amade nîne şer li dijî PKKê bike.

Beramber wan gotinên Mehmûd Sengawî Endamê Serkirdayetiya PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re axivî û got: ‘’Gotinên Mehmûd Sengawî ti qiymeteke xwe nînin û xelk jî ti nirxekî nade gotinên Mehmûd Sengawî. Mehmûd Sengawî li nava xelkê weke mafya tê naskirin. Di wêneyên wî jî de diyar dibe hertim çend zilamên bi çek hene û bi vî awayî xelkê beramber dizî û tawanên xwe bêdeng dike.’’

Herwiha Necat Hesen dibêje Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti carî ne ligel wê yekê ye ku şerê alîiyekî û hizbekê bike û bikeve nava nakokiyan. Herwiha Necat Hesen dibêje:”Nabe heramkirina şer a Serok Barzanî ji aliye hêz û alîyekî ve were binpêkirn û her roj em beşek ji xaka xwe bidin destê welatekî.’’

Di berdewamiyê jî de Necat Hesen dibêje: ‘’Pêşmerge daxwaza şer li PKKê nake û nekiriye. Lêbelê di heyama çend rojan de PKKê êrîşî Pêşmerge kir û çend Pêşmerge şehîd û birîndar kir. Ji ber wê ye Pêşmerge mejbûre xwe biparêze. Karayilan bi zimanê xwe dibêje bi fermana Tirkiyê şer li dijî aliyên Herêma Kurdistanê bike. Wê kî girîngiyê bide gotinên Sengawî?’’

Necat Hesen amaje bi wê yekê jî kiriye ji ber dizîna nefta Germiyanê, haya wî jî jê tuneye û neçare qise bike ji bo taqîma xwe ya xîyanetkar û ji ji ber karên xwe yên ne yasayî ditirse.

 

Basnews

Top