• Wednesday, 17 July 2024
logo

Asayişa YNKê gefa kuştinê li tevahiya malbata wê dixtora kurd xwar!

Asayişa YNKê gefa kuştinê li tevahiya malbata wê dixtora kurd xwar!

Dayka wê dixtora kurd ya ku beriya niha gendeliyên tenduristiya Helebcê deşîfre kiribû, dibêje, asayişa YNKê gefa kuştinê li wê û keçên wê û neviyên wê kiriye.

Çend roj berê dixtoreka kurd bi navê dr. Baxan Azad, ku xelka Helebcê ye û endama rêveberiya tenduristiya wî bajarê ye jî, gelek gendeliyên tenduristiya Helebcê bi belge deşîfre kiribû. Piştî ew dixtor ji aliyê asayişa YNKê ve rastî gefên kuştinê hatibû, ji ber wê jî neçar mabû bireve Hewlêrê.

Dayka wê dixtorê, Amîne Mihemed Salih Burhan îro di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, asayişa YNKê ketine mala wê û mala wê teftîş kirine û telefon û mifteyên mala wan birine.

Dayka wê dixtorê her wiha got, asayişê gefa kuştinê li min û keçên min û neviyên min jî xwarin. Ma me çi kiriye dê me bikujin?! Ez rica dikim bila dosyeya keça min nebe siyasî. Bila dadgeh wê pirsgirêkê çareser bike.

Amîna Mihemed Salih Burhan da zanîn jî, ew biraziya Mam Celal e lê kur û biraziyên Mam Celal wê yekê qebûl nakin da ku mîrat nedin wê.

 

 

Basnews

Top