• Monday, 20 May 2024
logo

Endamê Senatoya Fransayê serdana HDPê kir

Endamê Senatoya Fransayê serdana HDPê kir

Endamê Senatoya Fransa û Partiya Sosyalist Jean-Yves Leconte li ser navê grupa xwe serdana rêxistina Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û piştgiriya xwe anî ziman.

Endamê Senatoya Fransa û Partiya Sosyalîst Jean-Yves Leconte li ser navê koma xwe serdana rêxistina parêzgeha Stenbolê ya HDPê kir. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan a Stenbolê Elif Bulut û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê Ferhat Encû li avahiya parêzgehê pêşwazî li Jean- Yves Leconte kirin. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Leconte piştgiriya xwe bo Partiya Demokratîk a Gelan aniye ziman.

Elif Bulut û Ferhat Encû jî bo serdana piştgiriyê ya Endamê Senatoya Fransa û Partiya Sosyalist Jean-Yves Leconte sipasiyê xwe pêşkêş kirin.

Derbarê serdanê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan Ferhat Encû ji Rudawê re ragihand û got “Me hevpeyvîneke ji dil kir. Ji ber proseya doza girtina partiya me û zextên ku hene birêz Leconte li ser navê grupa xwe peyama piştgiriya da û me jî behsa kiryarên hikûmeta AK Partiyê li ser Gelê Kurd û rewşa binpêkirinên mafên mirov yên li Bakurê Kurdistanê ku berdewam in kir. Herwiha bo dilsoziya wan jî me sipasiyê xwe pêşkêşî partiya wan kir.”

Di proseya doza girtinaPartiya Demokratîk a Gelan de, gelek alî û partiyên sosyalîst ên Ewropayê peyamên piştgiriyê didin.

 

Rudaw

Top