• Sunday, 30 June 2024
logo

Almanyayê rê li ber komekê ku dixwest bê Herêma Kurdistanê girt

Almanyayê rê li ber komekê ku dixwest bê Herêma Kurdistanê girt

Serokê Fraksiyona  Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir û şanda ligel, li Balafirxaneya Dusseldorfê ji aliyê polîsan ve rê li ber hatina wan Hewlêrê hat girtin. Şanda ku dixwest bê Herêma Kurdistanê ji 20 kesan pêk dihat ku di nav de nûnerên sendîkayan, çalakvan şaredarê berê yê Sûrê liAmedê Abdullah Demîrbaş hebû.

Endamên şandê ku bi gotina wan dixwazin dilogê di navbera aliyên Kurdî de ava bikin,  xwestin ji Almanyayê bên Herêma Kurdistanê, lê polîsên Almanyayê rê li ber wan girtin.

Serokê Fraksiyona  Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir diyar kir ku ew çend saet in di nava odeyeke bê pencere de girtine û got: “Ev jî îspata berçav e ku hikumeta Almanyayê naxwaze li Kurdistanê aştî pêk were. Dixwaze şer girantir bibe û zirar negihêje bazirganiya wan a çekan a bi Tirkiyê re.”

Cansu Ozdemir anî ziman ku armanca şandê ev bû ku li Başûrê Kurdistanê diyalogekeke xurt di navbera aliyên Kurd de ava bikin.

Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hevseroka Koma Partiya Çep Sabine Boeddinghaus ligel polîsên federal ên Almanyayê têkilî daniye û polîsan jê re gotine: “Armanca rawestandina wan, pêşîgirtina li bikaranîna mertalên mirovî yên PKKê ye û da ku bandorê li têkiliyên navbera Almanya û Tirkiyê nakin."

Sabine Boeddinghaus  got, “Em ji ber hêzên ewlekariyê yên Alman ku rê li ber şandeke siyasî ya ya di nav de parlamenterên hene girtine û wek sûcdaran miamele ligel kirine  xemgîn in.”

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş jî helwesta Almanyayê şermezar kir û got ku armanca wan ew e ku ew dixwazin aliyên Kurdî bi diyalogê nakokiyên xwe çareser bikin û got: “Armanca me ev e ku nakokî kûr nebe û em dixwazin hin hevdîtinan bikin. Hêzên ku çûna me asteng dikin, dixwazin ku Kurd di sedsala 21an de bêstatu bimînin û careke din axa Kurdistanê were dagirkirin.”

Demîrbaş herwihagot: “Em careke din bang li rêzdar Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê Behram Salih, hemû hêzên Kurdan,  mirovên aqilmend û partiyan dikim ku bila pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.”

Polîsê Almanyayê jî ragihand ku derbarê hin kesên di nav koma navborî de lêpirsîn dane destpêkirin û diyr dike: “Li gorî paragrafa 46 madye 2 ya yasaya nîştecibûnê rêgirî li ber koma dixwest here Iraqê hat girtin. Qedexeya geştê heta 12ê Tîrmeha 2021ê li ser wan hebe.

Polîsê Alman herwiha di daxuyaniya xwe amaje bi wê yekê kiriye ku “li gor pêdeçûnên me komên Kurd ên nêzîkî PKKê dixwazin li hemberî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê weke mertalên zindî dest bi çalakiyan bike.

Rudaw

Top