• Thursday, 16 January 2025
logo

Dezgeha hilbijartinan ya PDKê li Kerkûkê ji guhertinên nav komîsyonê de nîgeran e

Dezgeha hilbijartinan ya PDKê li Kerkûkê ji guhertinên nav komîsyonê de nîgeran e

Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya PDKê li Kerkûkê dibêje, ew guhertinên ku di liqa Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinan de hatine kirin, gumanê dixe ser pakbûna hilbijartinan.

Berpirsê dezgeha hibijartinan ya PDKê li Kerkûkê, Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re got, hefteya borî bi fermana serokê liqa Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinan ya Iraqê tevahiya berpirsên komîsyonê hatin guhertin.

Ednan Kerkûkî her wiha got, ew guhertinên han di berjewendiya YNKê de hatine kirin çimkî berpirsên nû yên komîsyonê hemû endamên YNKê ne.

Wî berpirsê PDKê anî ziman, guhertina wan kesan gumanê dixe ser pakbûna hilbijartinan û got, ji ber ku dema wan guhertinan gelekî xirab û ne di cîh de bû.

Hilbijartinên giştî dê roja 10 Cotmeha îsal li seranserî Kurdistan û Iraqê bê kirin.

 

Basnews

Top