• Saturday, 29 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî îro bi Cihnişînê Abu Dabiyê re dicive

Nêçîrvan Barzanî îro bi Cihnişînê Abu Dabiyê re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi serdaneke fermî li Îmaratê ye. Armanca serdana Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel wî bo Îmaratê, bi hêzkirina peywendiyên siyasî û aborî di navebra Herêma Kurdistanê û Îmaratê de ye.

Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de li gel Cihnişînî Abû Dabî Mihemed Bin Zayid AL-Nehyan û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îmaratê, û çend berpirsên din ên pile bilind ên wî welatî dicive.

Ehmed EL-Zahirî, Qunsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê dibêje "Ev serdana bo Îmarata Erebî ya Yekgirtî, li ser vexwendina birêz , Şêx Mihemed Bin Zayid AL-Nehyan hatiye, Serdana birêz Serok Nêçîrvan Barzanî bo welatê Îmaratê ji ber ew peywendiyên dûrûdirêj ên bi hêz dinavbera serkirdeyên welatê Îmarata Erebî ya yakgirtî û serkirdeyên Iraqê de ye, bi taybet li gel serkirdeyên Herêma Kurdistana Iraqê. Serdana vê dawiyê ya Birêz Serok Nêçîrvan Barzanî bo welatê Îmaratê û hevdîtina wî li gel bi rêz Cihnişîn Mihemed Bin Zayid,  bandoreke wê ya erênî hebû, bo bihêzkirina peywendiyên aborî û weberhênanê. Bêguman serkirdeyên genc wek Serok Nîçîrvan roleke wan ya mezin heye li Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha li navçeyê û li Cîhanê jî, îro serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bi dilniyayî yek ji wan serdanan e, ku têd e Welatê Îmarata Erebî ya Yekgirtî hewl dide, bi rêya wan peywendiyên dû alî li gel Iraq û serkirdeyên Iraqê bi hêz bike"

Herêma Kurdistanê peywendiyên wê yên baş li gel Îmaratê hene. Di 9ê Mijdara 2019an de, Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihişt Abû Dabî û roja dû wê, li gel Cihnişînê Abû Dabî û cîgirê fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îmaratê Mihemed Bin Zayid û Serokê Encûmena Cîbicîkar a Abû Dabî civiya, û gelek mijar gotûbêj kirin.

Wek peywendiyên Hewlêr – Bexda, diyaloga çaresrkirina pirsgirêkên dinavbera wan de, daxwaza herdû aliyan bo başkirina peywendiyan, derfetên kar û weberhênanê bo kerta taybet a Îmaratê li Herêma Kurdistanê û Iraqî bi tevahî, peywendiyên herêma kurdistanê û Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê. 

Piştî Tirkiyê, Îran û Çînê, Îmarat çaremîn hevbeşê bazirganî yê Herêma Kurdistanê ye, qebareyê Bazirganiya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de salane, bêhtir ji 1 milyar dolare, ku dike ji sedî 30 ji qebareyê bazirganiya Herêma Kurdistanê li gel welatên Kendavê.

120 kompaniyên Îmaratê li Herêma Kurdistanê kar dikin, û bi birê 3 milyar û 310 milyon dolar weberhênan li Herêma Kurdistanê kirine. Di heman dem de, di çend salên borî de, Îmaratê alîkariyeke mezin bo koçberên nava Herêma Kurdistnê pêşkêşkiriye.

 

Rudaw

Top