• Tuesday, 14 May 2024
logo

Partiyên Kurdî di hevdîtina Biden û Erdogan de xwepêşandanekê saz dikin

Partiyên Kurdî di hevdîtina Biden û Erdogan de xwepêşandanekê saz dikin

Pêşverû û Wehdê amadekariyên xwepêşandanekê dikin ku di dema hevdîtina Biden û Erdogan pêk bînin.

Partiyên Pêşverû û El-Wehdê amadekariyên xwepêşandandanekê dikin ji bo di dema birêveçûna hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de li Brukselê, saz bikin.

Xwepêşandana herdu partiyan bi mebesta protestokirina binpêkirinên li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ne ku di destê Tirkiyê de ne.

Rêxistinên Ewropayê yên herdu partiyên Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û El-Wehdê ya Demokrata Kurd li Sûriyê, daxwazê ji heval û dost û revenda Kurd li Ewropa dikin, ku roja 14ê vê mehê, di dema hevdîtina Badin û Erdogan li Brukselê derkevin xwepêşandanê.

Herdu partiyên Pêşverû û El-Wehdê di banga xwe de dibêjin, armanc ji rêkxistina wê xwepêşandanê ew e, ku fişarê li ser raya giştî ya navdewletî bikin, ku binpêkirin û kiryarên Tirkiyê û çekdarên oposizyona Sûriyê, li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê werin rawestandin.

Bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kanî di encama êriş û operasyonên Tirkiyê de, ketine destê çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa wî welatî.

Heta niha di hejmareke zêde ya raportên xwecî û navdewletî de behsa binpêkariyên çekdarên hevpeymanên Tirkiyê yên li hemberî xelkê sivîl yên her sê bajaran hatine kirin ku di êrişên Tirkiyê hejmareke zêde ya Kurdan ji wan bajaran koçber bûne û dest bi ser mal û milkê wan de jî hatiye girtin.

Top