• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Yûnanistanê civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Yûnanistanê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 11ê Hezîrana 2021ê, ligel Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis, li Yûnanistanê civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê û geşedanên Iraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî amajedan bi pêwendiyên dostane û dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê, daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşvebirina pêwendiyên du alî dûpat kir, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandinên bazirganî de. Hêviya xwe jî anî ziman ku di siberojeke nêz de Serokwezîrê Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê bibîne.

Serokwezîrê Yûnanistanê kêfxweşiya xwe bi serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û weke serdaneke dîrokî bi nav kir ku cara ewil serokwezîrekî Herêma Kurdistanê serdana Yûnanistanê dike. Serokwezîrê Yûnanistanê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên hemû aliyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da û destnîşan kir ku di demeke nêz de, bi yaweriya şandeke bilind a hikûmetê û veberhênerên Yûnanistanê, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, geşedanên herêmê bi giştî, rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û şerê dijî DAIŞê, çend mijarên din civînê bûn.

 

،24

Top