• Sunday, 28 July 2024
logo

“Bêdengiya Mêrûyan” beşdarî festîvaleke cîhanî dike

Gulan Media November 30, 2015 Hunerî
“Bêdengiya Mêrûyan” beşdarî festîvaleke cîhanî dike


Filîma “Bêdengiya Mêrûyan” ji derhênana hunermendê sînemakarê Kurd Soran Îbrahîm weku nûnerê herêma Kurdistanê beşdarî li festîvala sînemayê ya cîhanî dike.

Soran Îbrahîm libarê festîvalê de ragihand ku: Filîma “Bêdengiya Mêrûyan” beşdarî li beşa pêşbirka serekî alternatîf filim festîval dike û take nûnerê Kurdiastan û Îraqê ye di wê festîvalê de ye.

Îbrahîm got jî: Aternatîv filim festîval di roja 8/12/2015 destpê dike û heta roja 12/12/2015 berdewam dibe.

Amaje bi wê yekê jî kir ku: Senaryoya filimê behsa çîroka mirina şerefmendane dike ji bo wê jî me baş dît ku pêşkêşî ruhê (Ferînaz Xosrewanî) ew keça Kurd ya Mehabadê ku ji bo parastina şeref û namûsa xwe de dawî li jiyana xwe anî û mirineke şerefmendane hilbijart bikin.

Xendan
Top