• Thursday, 18 July 2024
logo

Dîlawer Ajgeyî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ligel Ewrûpa di guftugoyê daye ji bo bazara berhemên Kurdistanê

Dîlawer Ajgeyî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ligel Ewrûpa di guftugoyê daye ji bo bazara berhemên Kurdistanê

Serdana Serokwzîr Mesrûr Barzanî ji bo Belçîkayê deng daye û gelekî girîng e. Nûnerê Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê radigihîne di asteke gelekî bilind pêşwazî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê kirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ji BasNewsê re axivî û derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Belçîkayê got: “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelekî giring  e ji bo Herêma Kurdistanê. Piştî pandemiya Koronayê û niha jî pandemiya Koronayê berdewam dike û bi dawî nebûye û berpirsên Ewropayê amade nînîn civînên duqolî encam bidin ligel şandên biyanî. Lêbelê di asteke gelekî bilin da li ser asta serokwezîr, cîgirê serokwezîr, wezîrê derve yê Belçîkayê pêwazî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat kirin.’’

Herwiha Dîlawer Ajgeyî dibêje danîna Ala Kurdistanê di dema pêşwazîkirinê de li cihên fermî  nîşaneya girîngîdana Herêma Kurdistanê ye ji aliye Belçîkayê. Ajgeyî amaje bi wê yekê jî dike ku peywendiyên Belçîka û Herêma Kurdistanê gelekî bihêz in û Belçîka welatekî gelekî girîng ê NATOyê û Yekîtiya Ewropayê ye.

Derbarê naveroka civînan jî de Dîlawer Ajgeyî got: ‘’Aboriya Herêma Kurdistanê, jêrxana Herêma Kurdistanê, babetên teknolojiyayê û zanist û tecrûbeyên Belçîka, daketina nirxê neftê, qonaxa niha ya aboriya Herêma Kurdistanê û karîgeriya wê ya li ser xelkê mijarên hevdîtinê bûn û Kurdistan jî dixwaze aboriya xwe bi tenî bi nefte girênede û ji tecrûbeya welatên Ewropayê sûdêwerbigire.’’

Li ser meseleya bazirganiyê jî Dîlawer Ajgeyî dibêje: ‘’Di cîvîna ligel Serokwezîrê Herêma Flandîsê behsa wê yekê hat kirin ku komîsyonek were duristkirin ji bo wan xalên ku ji bo Herêma Kurdistanê girîng in xisûsî ji tecrûbeya cotkariyê û berhemanîna berhemên cotkariyê bi awayekî zanistî û dîtina bazarekê ji bo berhemên cotkariyê yên Herêma Kurdistanê û pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi bazara Ewropayê heye û civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelekî girîng bû.

Dîlawer Ajgeyî amaje bi wê yekê jî kir ku welatên Ewropayê girîngiyê didin qewareya Herêma Kurdistan û dixwazin Iraq jî destûrê bi cî bike û berjwendiyên wan ligel Kurdistaneke bihêz heye û ew Herêma Kurdistanê weke hevpeymanên xwe dibînin.  

Top