• Saturday, 29 June 2024
logo

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Heşda Şeibî bo parastina PKKê çûye Şingalê!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Heşda Şeibî bo parastina PKKê çûye Şingalê!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje; kampa Mexmûrê bûye hêlîna PKKê û ji hikûmeta Iraqê û Amerîka û Neteweyên Yakbûyî daxwaz dike ku PKKê ji kampê derxînin.

Mevlut Çavuşoglu ji medyaya Tirkiyê re gotiye: “Me ti car li kampa Mexmûrê xelkê sivîl nekiriye armanc, me tenê sengerên PKKê yên li derdora kampê kirine armanc.”

Çavuşoglu herwiha gotiye ku kampa Mexmûrê bûye hêlîna PKKê û ji hikûmeta Iraqê û Amerîka û Neteweyên Yakbûyî daxwaz dike ku PKKê ji kampê derbixin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser rêkeftina asayîkirina Şingalê jî ragihandiye; piştî rêkeftinê, milîsên Heşda Şeibî ji bo parastina PKKê hatine Şingalê, eger hikûmeta Iraqê nikare PKKê ji kampa Mexmûrê û Şingalê derbixe, bila bihêlin Tirkiye wan derxîne.

 

Basnews

Top