• Wednesday, 17 July 2024
logo

4 partiyên Alman piştgirî dan parlamenetera Kurd

4 partiyên Alman piştgirî dan parlamenetera Kurd

 Fraksiyonên 4 partiyên Alman li ser êrişên medyayên Tirk yên li dijî parlamentera Kurd Bêrîvan Aymaz piştgiriya xwe nîşan dan.

Fraksiyonên CDU, SPD, FDP û Tifaqa 90 (Bundnis 90) / Keskan (Die Grünen) li parlamentoya wîlayeta Reyn-Westfaliya Bakur kampanyaya rojnameyên Tirk ya li dijî endama parlamentoya wîlayetê Bêrîvan Aymaz şermezar kirin.

Bêrîvan Aymaz, siyasetmedara Keskan ya ku bi eslê xwe Kurd e, tayînkirina Komeleya Mizgeftên Îslamî ya DITIBê (Yekîtîya Tirk û Îslam ya Dîyanetê) bo komîsyona perwerdehiyê li Reyn-Westfaliya Bakur rexne kiribû. Ji ber vê yekê rojnameyên Tirk ku di heman demê de "Sabah" û "Yeni Akit" de wekî "dijminê Tirkiyê" û sempatîzana PKKê binav kiribûn. Ew rojname di heman demê de nêzîkî hikûmeta Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan in.

Di daxuyaniyek hevbeş a çapemeniyê de, serokên fraksiyonên çar partiyan diyar kirin ku ragihandinên rojnameyên Tirk wek `kampanyayek reşkirin û îftîrakirin` û  di heman demê de `çalakiyek gefên gelemperî` ne. Ev bûye sedema metirsiya êrişên terorîstî li dijî Aymaz.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev nêzîkatiya ku ji aliyê çapemeniya neteweperest ya ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve tê serwer kirin, bixof e û nayê qebûl kirin."

Siyasetmedara Alman Bêrîvan Aymaz a ku bi eslê xwe Kurd e, di 5ê Tîrmeha 1977an de li navçeya Dara Hênê ya Çewliga Bakurê Kurdistanê ji dayî bû.

Bêrivan Aymaz li Zanîngeha Kolnê Zanistên Hiquqê dixweyîne, piştre li Zanîngeha Duisburg-Essen Zanista siyasî diqedine.

 Bêrîvan Aymaz di 1993an de di damezirandina Civaka Kurd li Almanya de cih girt bû yekem sekreterê giştî Civaka Kurd li Almanyayê.

Aymaz ji sala 2017an vir ve wek parlamentera Tifaqa 90 (Bundnis 90) / Keskan (Die Grünen) di parlamentoya wîlayeta Reyn-Westfaliya Bakur de cih digre.

Top