• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistan û Belcîkayê civiyan

Serokwezîrê Kurdistan û Belcîkayê civiyan

Belcîka di warê çandiniyê de hevkariya Kurdistanê dike.
 

Behsa têkiliyên navbera Kurdistanê Belcîkayê kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Belcîkayê, îro danê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Belcîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 9ê Hezîrana 2021an li gel Serokwezîrê Bercîkayê Alexander De Croo civiyan.

Di civînê de pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Belcîkayê û rewşa Îraqê bi giştî hate nirxandin.

Herwiha me giftûgo derbarê arîşe û asteniyên ewlekarî yên li herêma Kurdistanê, Îraq û deverê de kir û her du alî li ser girîngiya berdewam kirina têkilî û hemahengiya bo babetên cîhên girîngî yên her du aliyan hemfikir bûn.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê Belcîkayê stayîşa herêma Kurdistanê kir û bi herêmeke zindî û bibandor bilêv kir û amadebûna welatê xwe jî y abo piştgîrî kirina herêma Kurdistanê diyar kir û got: Dikarin di warên çandinî de hevkariya karnameya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta fedralî de û ragihand ku li ser vê mijarê li gel Serokwezîrê hikûmeta fedralî ya Îraqê di nava têkiliyan dene.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya piştîvaniyên Belcîkayê kir ku, di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de berdewame li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞI û me tekez li ser girîngiya hemahengiya ewlekarî di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî de bo rûbirû bûna metrisiyên DIŞIê kir.

Di beşeke din ya civînê de pêngavên xweparêziyê ji Koronayê û prosesa vaksîne kirinê ya li dijî Koronayê hatin nirxandin û me balkêşande ser girîngiya dabîn kirina vaksînan bo şêniyên herêma Kurdistanê, penaber û awareyên ku li herêma Kurdistanê de nîştecîh bûne.

Top