• Saturday, 29 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî li gel Jan Jambon civiya

Mesrûr Barzanî li gel Jan Jambon civiya

Flanders û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Îro serdana Flandersê kiribû.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel Serokwezîrê Flandersê Jan Jambon civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 9ê Hezîrana 2021an li gel Serokwezîrê Flanders Jan Jambon civiyan.

Di civînê de ku li bajarê Brûkselê hat lidarxistin, me giftûgo li ser pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Flandersê di her warekî de kir.

Serokwezîrê Fralndersê Jan Jambon kêfxweşiya xwe ya li hember serdana şanda herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku bi têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê serfirazin û amade bûna xwe jî bo her cure hevkarî û hemahengiyekê li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civînê de me behsa karnameya reforman ya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî yên di warê abûrî û pir reng kirina çavkaniyên dahat û pere pêdan û asankarî kirin bo Hêlbirinerên navxweyî û derve û fêde wergirtin ji pisporî û ezmûna welatên Ewrûpî bo pêşde birina jêrxana abûriya herêma Kurdistanê kir.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, girîngiya berdewam bûna hevkarî û hemahengî û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û çend mijarên din yên girîng yên hevbeş mijarên din yên civîna me bûn.

Top