Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna karesatên 9 ê hezîranê
ev karesat ji aliyê rejîma Besê ve hatibû sepandin.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Li dîroka xebata gelê me da roj tûne bîranîna karesat û qurbanîdan û qehremaniya gedeyên gelê me nebê. Pencih û heşt sal berî niha li 9 ê hezîrana 1963 da hejmarek azadîxwazên Silêmanî ji ber ku amade nebûn sivikayetiyê bi sembol û hêmayên neteweyiyan bikin, bi destê tawanbarên wê demê yê "Zeîm Sedîq" ve hatin şehîd kirin. Ew şehîdên nemirên Silêmanî bi qurbanîdana xwe waneyekî pir bihaya azayetî û azadîxwaziyê bûn ji bo gelê xwe.
Bîst û du sal piştî tawana Zeîm Sedîq, her li rojekê wekî îro da li 9ê hezîrana 1985 da destê tawankariya dijmin gihîşte giyanê bê tawanê penaberan û firokeyên rejîma wê demê ya Iraqê dirindane wargeha penaberên "Zêwe" bombebaran kir û li tawanê da sedan jin û zarokên bê gunehên penaber û koçber şehîd û birîndar bûn.
Dijmin wiha dizanî bi şehîdkirin û azardan û şewitandina jin û zarok û azadîxwazên Kurd, dikarê îradeya gelê Kurdistanê ji bo berdewambûna xebatê têkbişkênin. Lê belê îradeya gelê Kurdistanê ji bo mayîn û xebat û têkoşînê, gelek ji zebr û zeng û firoke û agir û îşkenceya dijminan bihêztire. Cara dawî jî çarenivîsa dijmin û neyarên gelê me dîtin û îradeya bilinda gelê me li ser dijminê bêwîjdan da serket.
Li vê bîranînê de bi bilindî bîranîna şehîdên her du karesatên 9 ê hezîranê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dikin û xwîna şehîdên me çiraya rêya niha û ya paşeroja me ye.
Mesûd Barzanî
9ê hezîrana 2021