• Wednesday, 15 January 2025
logo

Destdirêjiyên PKKê bi raportekî ji konsolxane û nûnerên welatan re tê dayîn

Destdirêjiyên PKKê bi raportekî ji konsolxane û nûnerên welatan re tê dayîn

Lijneyên lêkolînê ya parlamentoya Kurdistanê û encûmena nûnerên Iraqê ji bo roja duyem jî diçin Amêdiyê bo lêkolîna li ser şerê PKKê û Tirkiyê û ew destdirêjiyên PKKê yên li ser herêma Kurdistanê dike û biryare bi raportekî jî hemû konsolxane û nûnerên welatan bên agahdar kirin.

Biryarderê lijneya navxweyî ya Parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro şandeya herdu Parlamentoya Kurdistanê û encûmena nûnerên Iraqê ji bo lêkolîna li ser şerê PKKê û artêşa Tirkiyê diçin Amêdiyê.’’

Herwaha got: ‘’Herdu lijne raporta xwe dê binivsînin û piştre aliyên pêwendîdar wek serokatiya parlamentoyê û hikûmeta herêma Kurdistanê li ziyanên şerê PKKê û Tirkiyê dê bên agahdar kirin.’’

Biryarderê lijneya navxwe ragehand: ‘’Em piştî nivîsandina raportê dê konsolxane û nûnerên welatan ji destdirêjiyên PKKê yên li ser herêma Kurdistanê bên agahdar kirin.’’

Di heftiya borî de du bûyerên cuda li sînorê Amêdî û Zaxo çekdarên PKKê kemîn ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê danîn û ji ber wê 6 Pêşmerge şehîd bûn û çend Pêşmerge jî birîndar bûn.

 

Basnews

Top