• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê alozî di navbera hêzên Rûsî û Amerîkî de derket

Li Rojavayê Kurdistanê alozî di navbera hêzên Rûsî û Amerîkî de derket

Li Rojavayê Kurdistanê, careke din alozî di navbera hêzên Rûsî û Amerîkî de derket û dewriyeyên wan rê li ber hev girtin.

Li gor girte vîdeoyeke hatiye belavkirin, duh, roja sêşemê, du dewriyeyên serbazî yên Rûsî û Amerîkî li ser rêyeke bajarê Hesekê rê li ber hev girtin û alozî di navbera herdu aliyan de derket.

Heta niha ne berpirsên serbazî yên Amerîkî, ne jî yên Rûsî ev bûyer piştrast nekirine û ti daxuyanî jî derberê wê de nedane.

Li Sûriyê mekanîzmaya hevahengiya serbazî di navbera Rûsya û Amerîkayê de heye daku rûbirûbûn di navbera herdu aliyan de çênebin.

Çendîn car e ev hêz tên hemberî hev

Li Rojavayê Kurdistanê, hêzên Amerîkî û Rûsî gerên serbazî encam didin. Hêzên Amerîkî zêdetir li wan navçeya ne ku petrol lê heye, ev jî li nêzîk sînorê Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ne ku dikeve navçeya Rimêlan, Qamişlo û bajarên din ên Kurdî.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rêkevtinek li gel Moskow û Şamê encam da bo hêzên xwe li çend navçeyan di bin kontrola şervanên HSDê de belav bikin taybetî jî li wan navçeyên Amerîkayê hêzên xwe jê vekişandibûn.

Herwiha jibilî hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî jî li deverên di bin kontrola şervanên HSDê de gerên serbazî encam didin, lewma di heyamên derbasbûyî de ev çendîn car e hêzên herdu welatan tên hemberî hev û alozî rû didin.

 

Rudaw

Top