• Sunday, 30 June 2024
logo

Hewlêr û Bexda li ser ava kirina komîteyekê lihev kir

Hewlêr û Bexda li ser ava kirina komîteyekê lihev kir

Ev komîte bo çavdêriya darayî dibe.

Di çaroveya hevdîtinên navbera Kurdisan û hikûmeta fedralî ya Îraqê de, y abo cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya 2021an ya fedralî, wezîrê darayî yê hikûmeta Kurdistanê Awat Cenab Nûrî li gel şandeke dîwana çavdêriya abûrî ya Îraqê civiya.

Di civînê de her du alî giftûgo li ser çawetiya mekanîzma cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya 2021an ya fedralî kirin û li ser ava kirina komîteyeke hevbeş y abo çavdêriya darayî lihev kirin.

Weke tê zanîn şanda Kurdistanî jî beriya çend rojan serdana Bexdayê kiribû û li gel aliyên têkildar yên li Bexdayê li ser heman mijarê civiya bû.

Top