• Saturday, 29 June 2024
logo

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bo serdana Londonê Nêçîrvan Barzanî vexwend

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bo serdana Londonê Nêçîrvan Barzanî vexwend

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominik Raab îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û ragihand, çaverê dike serok Nêçîrvan Barzanî îsal di demeke nêzîk de serdana Brîtanya bike û li Londonê bi hev re bicivin.

Dominik Raab got: “Ez çaverê me îsal Serok Barzanî li Londonê bibînim ji bo xurtkirina têkilîyên navbera herdu hikûmetan.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê herwiha amaje bi giringiay serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Serdana min a bo vir nîşanderê vê girîngiyê ye ku em li Şahnişîna Yekgirtî didin vê dostaniya dîrokî. Em gelek serbilind in ku em dostên demdirêj ên Herêma Kurdistana Iraqê ne.”

Top