• Monday, 29 April 2024
logo

Yekîneya 80 ya Pêşmergên PDKê beşdarî Wezareta Pêşmerge dibe

Yekîneya 80 ya Pêşmergên PDKê beşdarî Wezareta Pêşmerge dibe

 Fermandarê hêzên Pêşmerge got “Yekîneya 80 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Hêzên Pêşmerge bi fermî beşdarî wezareta Pêşmerge dibe.

Fermandarê hêzên Pêşmerge Necat Elî roja Duşemê ji Rûdaw Îngilîzî re piştrast kir ku yekîneya 80 ya hêzên Pêşmerge bi fermî beşdarî Wezareta Pêşmerge dibê

Necat Elî di derbarê mijarê de got "Me niha du lîwayên xwe bi hemî hûrgulîyan amade kirine û wan radestî Wezareta Pêşmerge bikin. Em li ser amadekirina hemû lîwayên mayî bo radestkirina wezaretê dixebitin."

Yekîneyên 70 û 80 ku piraniya hêzên pêşmerge pêk tîne, di bin kontrola PDKê û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ne û hejmara wan di ser 100 hezar Pêşmergeyî de ne. Di heman demê de 16 lîwa, zêdetirî 30 hezar Pêşmerge, rasterast di bin fermana Wezareta Pêşmerge de ne.

Piştî têkçûna DAIŞê di dawiya 2017an de, Hêzên hevpeymaniya navdewletî di çarçoveya bernameya reformên ku di 2018 de dest pê kirine de ji bo yekkirina hêzên Kurdistanî di bin wezareta Pêşmerge de guvaşan dike. Amerîka alikariyê pêşkêşî Pêşmerge dike, lê ji wezaretê gotiye ku fon ne ji bo hêzên girêdayî sîyasî ne.

Meha borî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên Pêşmerge re civiyabû û di nav mijarên sereke yên gotûbêjê de yekkirina yekîneyên girêdayî partî û wezaretê bûn.

Mistefa Çavreş, fermandarê Yekîneya 70 got ku got ku YNKê helw dide ku her du aliyan bîne ser maseya muzakereyê û divê serkirdayetiya Kurd cûdahiyê nexe navbera her du lîwayan.

Herwiha Çavreş dibêje "Her du alî ji bo hevahengiyê amade ne. Dijminê me yek dijmin e. Iraq jî wekî hemûyan li me dinêre. Eger her du yekîne bikaribin ji cûdahiyên xwe rizgar bibin, em dê bikaribin wekî tîmek bixebitin."

 

Rudaw

Top