• Sunday, 30 June 2024
logo

Lîza Kakeyî: PKK bûye çavkaniyeke baş a dahatê ji bo Heşdî Şabî li Şingalê

Lîza Kakeyî: PKK bûye çavkaniyeke baş a dahatê ji bo Heşdî Şabî li Şingalê

Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê PKKê û çekdarên Heşdî Şabî dest danîn ser Şingalê û nehiştin xelkê penaberbûne vegerin ser mal û erden xwe. Parlementer Lîza Kakeyî dibêje PKKê sûd ji Heşdî Şanî wergirtiye û di warê qaçaxçîtiyê de rêkeftin di navbera wan de heye.

Parlementera Partiya Demokrata Kurdistanê Lîza Kakeyî ji BasNewsê re axivî û da zanîn ‘’Di heyama borî de me bûn şahid ku Heşdî Şabiyû li herêma kes a Bexdayê manoreke serbazî pêk anî. Ev jî tê wê wateyê ku Heşdî Şabî dewleteke din li Iraqê pêk aniye û hemû desthilata wê heye û sedema serekî ye li ber kiryarên hikûmeta Iraqê. Çunke Iraq dewlet e û divê parêzgariyê bike û divê bi zûyî Iraqê rêkeftina Şingalê jî cî bi cî bike.’’ 

Herwiha Lîza Kakeyî amaje bi rêkeftin û hemahengiya Heşdî Şabî û PKKê li Şingalê jî dike û dibêje: ‘’ PKKê sûd ji desthilata Heşdî Şabî ya li Iraqê wergirtiye û rêketina PKKê û Heşdî Şabî li Şingalê heye. Bi taybet ji bo veguherandina çekan û qaçaxçîtî û çend warên din di navbera Iraq û Sûriyê de hevkariyê bi hevdu re dikin û ev jî dahateke baş e ji bo Heşdî Şabî.

Di berdewamiyê jî de Lîza Kakeyî dibêje PKK bûye rêgir li ber avadankirina gundan û êrîşa PKKê ya li ser Pêşmergeyên Kurdistanê, tê wateya êrişkirina ser xaka Herêma Kurdistanê û ew hemû dizanin xebata PKKê ne ji bo Herêma Kurdistanê ji bo Bakurê Kurdistanê ye û divê herdû alî jî nehên nava xaka Herêma Kurdistanê û zirarê nedin xelk û xaka Herêma Kurdistanê.

 

Basnews

Top