• Monday, 20 May 2024
logo

Li dijî HDPê car din doza girtinê hat vekirin

Li dijî HDPê car din doza girtinê hat vekirin

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê dîsa doz vekir.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê dîsa doz vekir. Îdianame ji Dadgeha Destûrê re hat şandin.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind, ji bo HDP were girtin cardin îdianame amade kir. Îdianame ji Dadgeha Destûrê re hat şandin.

Di îdianameya daxwaza girtina HDPê ya nêzîkî 850 rûpelî ya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind de, ji bo derdora 500 endamên partiyê qedexeya siyasî tê xwestin.

Herwiha di îdianameyê de ji bilî girtina HDPê, hat xwestin ku tedbîr li ser hesabê bankayê yê partiyê jî were danîn.

Berî niha, Dadgeha Destûra Bilind dosyaya girtina HDPê bi hinceta ku ji hêla teknîkî ve ne temam e li serdozgerê amadekar vegerand, ango delîl û îdiayên ku li dosyayê hatine bicîkirin ji hêla naverok û şiklî ve têra wê yekê nakin ku doz were vekirin.

Top