• Friday, 07 June 2024
logo

Fransa û Almanya êrîşa PKKê li ser Pêşmerge şermezar dikin

Fransa û Almanya êrîşa PKKê li ser Pêşmerge şermezar dikin

Konsolxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê û Konsolxanya Almanya li Hewlêrê, di du daxuyaniyên cuda de êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge şermezar kirin û sersaxî li malbatên Pêşmergeyên şehîd kirin.

Konsolxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê daxuyaniyek li Twîttera xwe belav kir û sersaxî li gelê Kurd û malbatên wan Pêşmergeyên ku li çiyayê Metîna dema di erkê xwe de bûn şehîd bûne kir.

Di daxuyaniyê de hat jî: “Pêşmerge ku di çarçoveya destûra Iraq Federal de erkê xwe cibicî dikin, hêza rewa ya Herêma Kurdistanê ye û hevpeymana me ya li dijî DAIŞê ye.

Herwiha destnîşan kir, Konsulxane hemû destdirêjiyên li ser can û desthilata Pêşmergeyan şermezar dike.

Konsolxaneya Almanya li Hewlêrê li Twittera xwe nivîsî, “Êrîşa kujer a Partiya Karkerên Kurdistanê li ser Pêşmerge şermezar dikin û sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikin.”

Pêr çekdarên PKKê êrîşî hêzeke Pêşmerge li çiyayê Metîna kir û di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û heft Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê wê êrîşê de ragihand, PKKê bi çekê sivik û giran êrîşî Pêşmergeyan kir.

 

K24

Top