• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Amedê û seranserî Tirkiyê hilbijartinên muxtaran hatin lidarxistin

Li Amedê û seranserî Tirkiyê hilbijartinên muxtaran hatin lidarxistin

Li tevahiya bajarên kurdan û Tirkiyê îro li 764 gund û taxan hilbijartinên muxtaran hatin lidarxistin. Di navbera berbijêran de rikaberiyeke mezin hebû. Li hin taxan rikeberiya di navbera berbijêrên jin û mêr de bi awayeke zelal dihat dîtin.

Li bajarên kurdan û tevahiya Tirkiyeyê li 764 gund û taxan hilbijartinên muxtariyê dest pê kirin. Di nava 2 salên dawiyê de hinek muxtar bi nexweşiya koronayê canê xwe ji dest dan, hinek ji kar hatin dûrxistin û hinek jî azayên wan mirin. Ji bo di şûna van muxtar û endaman de kesên nû bêne hilbijartin, herî kêm li hezar binkeyên dengdanê sandoq hatin danîn.

Li Taxa Mewlana Xalid a Amedê jî weke gelek cihên din hilbijartinên muxtariyê hatin lidarxistin.

Yek ji berbijêrên jin li taxa Mewlana Xalid a Amedê, Kesûman Taşli ye. Hilbijêrên taxa wê 28 hezar kes in. Ew dixwaze di vê hilbijartinê de bi ser bikeve û bibe yekemîn muxtara jin a Mewlana Xalid.

Kesûman Taşli, Berbijêra Muxtariyê ya li taxa Mewlana Xalid ji Rûdawê re ragihand: “Temeniya (hêviya) min ew e ku ez bi ser bikevim. Ez 56 salî me. Ji sala 1975'an û vir de li vê taxê dijîn. Hemû hevalên me ji bo ku ji vî gelî re xizmet bikin ketine pêşbaziyê. Ji bo vî gelî kî baş be, bila ew qezenç bike.”

Di navbera berbijêran de rikaberiyeke zêde li ber çavan dikeve. Nexasim jî di navbera berbijêrên jin û mêr de.

Sînan Abdulahoglu,  berbijêrekî din ê Muxtariyê li li taxa Mewlana Xalid dibêje: “Em jî dibêjin înşelah bi xêr em ê bi ser bikevin. Ji bo vê taxê çi pêwîst bike, kanalîzasyon, alîkarî çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez soz didim gelê Mewlana Xalid ez ê soza xwe bi cih bînim.”

Ji bo ku di hilbijartinên muxtariyê de biserbikevin, her berbijêrek bi dehan hezar kaxizên danasînê çap kirin û bi riya heval û hogirên xwe, nas û dostên xwe propagandaya xwe kirin. Her kes ji bo serkeftina berbijêrê xwe kar kir.

Rûkiye Bakiş yek ji kesên ku di hilbijartinên muxtariyê de dengê xwe daye, ji Rûdawê re diyar kir: “Ez dixwazim jin bi ser bikevin. Niha du namzetên jin hene, bila ji herdu jinan yek bi ser bikeve bes e. Ez hêvîdar im.”

Nîmet Şahîn dengderekî din ê van hilbijartinan dibêje: “Jin jî mêr jî ferq nake. Ji miletê me re kî baş be bila ew be.”

Ramazan Karahan jî got: “Wileh herkes dixwaze yê wî qezenç bike. Ka ji vê zêdetir mirov dikare tiştekî bibêje?”

Li tevahiya bajarên kurdan û Tirkiyeyê 30 hezar û 5 tax û 18 hezar û 152 gund hene. Hejmara muxtaran 50 hezar û 157 e. Hejmara muxtarên jin hezar û 71 e. Li gorî vê rêjeyê ji her 50 muxtaran tenê yek jin e.

 

Rudaw

Top