• Sunday, 30 June 2024
logo

Berpirsê YNKê: Eger PKK xwe dijminê Tirkiyê dibîne pêwîste li Bakurê Kurdistanê şer bike

Berpirsê YNKê: Eger PKK xwe dijminê Tirkiyê dibîne pêwîste li Bakurê Kurdistanê şer bike

Berpirsekî Pêşmergeyên kevin ê YNKê ragehand, eger PKK xwe wek dijminê Tirkiyê dibîne divê çalakiyên xwe yên leşkerî li Bakurê Kurdistanê bike.

Berpirsê Pêşmergeyên kevin ê YNKê li navçeya Şarbajêr Hêriş Mela Xidir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger PKK xwe dijminê Tirkiyê dibîne, pêwîste li Bakurê Kurdistanê çalakiyên leşkerî bike.’’

Herwaha got: ‘’Pêşmergeyên Kurdistanê dema dijî hikûmeta Beis xebat dikir, nav axa Başûrê Kurdistanê de dikir, nediçû Bakurê Kurdistanê, yan Rojhilatê Kurdistanê. Herçend PKK bibêje Kurdistan bo me ferq nake jî lê dîsa jî raste ferq nake, bê guman em jî dibêjin ferq tine, lê ev beşa Kurdistanê azad e, lê hûn bahaneyan didin dewleta Tirk, bo ku bikeve nav axa Herêma Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’PKK tenê fikir li berjewendiyên xwe dike. Pêwîste ew jî fikir li berjewendiyên Herêma Kurdistanê bikin. Ji ber bi xwîna bi hezaran şehîdan ve hatiye azad kirin û nabe bikeve bin metirsiyê û bahane bidin dewleta tirk ku gundên me bombebaran bike.’’

Berpirsê Pêşmergeyên kevin ê YNKê got: ‘’Pirsgirêk ew e ku PKK cudayiyê naxe navbera bajarê Mêrdîn û Silêmaniyê û hemû wek mulkê xwe dizane. Herwaha ew take partiya çep in û hesabê bo ti partiyekî din nakin, bê guman ew jî xeletiyekî mezin e û xizmetê ji doza rewa ya gelê me re nake.’’

Hêriş Mela Xidir got: ‘’PKK partiyekî takrewî ango takeperest e û xwe wek take partiya herçar parçeyên Kurdistanê dibîne. Sedî sed hebûna PKKê herêma me dixe bin metirsiya mezin. Bi taybet ji ber hebûna PKKê Tirkiye hatibe kîjan navçeyekî Kurdistanê dagir kiriye û venagere, em jî xwedî wê hêzê nînin ku bikarin li hember Tirkiyê rawestin.’’

 

Basnews

Top