• Wednesday, 15 January 2025
logo

Ji Hêvîdar Ehmed bo Seidî Pîre: Bila agahiya te ji gotinên te hebe, ji ber hemû kurd xakfroş nîn in

Ji Hêvîdar Ehmed bo Seidî Pîre: Bila agahiya te ji gotinên te hebe, ji ber hemû kurd xakfroş nîn in

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê bersiva endamekî polîtburoya YNKê da û daxwaz jê kir agahiya wî ji axaftinên wî hebe, ji ber hemû kurd ne xakfroş in.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Hêvîdar Ehmed di nivîsekî tora xwe ya civakî ya facebookê de ragehand: ‘’Seidî Pîre dibêje ew navçeyên Kurdistanê yên hêzên Tirkiyê dest li ser daniye û darên wî dibirin, Tirkiyê ew navçe hemû kirîne.!’’

Hêvîdar Ehmed jî li hember vê yekê bersiva Seidî Pîre da û ragehand: ‘’Ew navçeyane gundên me ne, li devera Sindî ya ser bi qeza Zaxo ne, dar lê birîne, dibe ku te ew bazirganî kiribe û firotibe wan, eger na xelkê wan navçeyan ewqas kurdperwerin ku ti demekê xiyanetê hizir jî nakin.’’

Herwaha got: ‘’Diyare kî axa Kurdistanê bi ax û dar û mirovên wê ve firotiye. Başe ma kî li Silêmaniyê rê ji bo Tirkiyê xweş kir, endamên rêvaberiya PKKê bên kuştin? Kak Seidî pêwîste dema tu li ser navçeyekî diaxivî, agahiya te li hevoksaziya te hebe, ji ber hemû kurd ne xakfroş in.’’

Basnews

Top