• Saturday, 29 June 2024
logo

Serok Barzanî: Sersaxiya wan şehîdan sersaxiya min e û paşê yê we ye

Serok Barzanî: Sersaxiya wan şehîdan sersaxiya min e û paşê yê we ye

Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê pêwendî bi malbatên wan Pêşmergeyên qehreman yên roja 5ê Hezîrana 2021 di encama êrîşên çekdarên PKKê de şehîd bûne kir.

Serok Barzanî bi malbatên wan şehîdan ragihand, pirse û sersaxiya wan şehîdan sersaxiya min e û paşê yê we ye û hevsozî û hevxemiyên xwe bi wan gihand. Serok Barzanî ew jî ji bo malbatên şehîdan dûpat kir ku ewên tawana şehîdkirina Pêşmergeyan encamdaye bi sizayên xwe digihin.

Piştî wan pêwendiyan, Serok Barzanî her li riya telefonê pêwendî bi Pêşmergeyan birîndar re kir û hêviya başbûna bi lez ji bo wan xwest.

 

K24

Top