• Sunday, 24 November 2024
logo

HPG: Divê heyeteke serbixwe êrişa li Metîna lêkolîn bike

HPG: Divê heyeteke serbixwe êrişa li Metîna lêkolîn bike

Baskê çekdarî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, otomobîla serbazî ya Hêzên Pêşmerge ji aliyê gerîlayên wan ve nehatiye teqandin  û daxwaz dike, derbarê bûyera li Metîna de ku di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 pêşmerge jî birîndar bûn, “lêkolîneke serbixwe” bê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê debrarê bûyera duh şemiyê 5ê Hezîranê ya li Metîna de daxuyaniyeke nû belav kir û di vê daxuyaniya xwe de daxwaza pêkanîna “komîteyeke hevpar” an “komîteyeke serbixwe” dike, daku derbarê bûyerê de lêkolînê bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin:  “Di 5’ê Hezîranê de di destê sibehê de hêzên leşkerî yên PDKê bêyî agahî û bi tarzeke operasyonel xwestine li Metînayê biçin herêma gerîlayan. Ev teqez tiştekî şaş e û xizmeta berjewendiyên neteweyî nake. Rast e ku hêzên me yên li wir ji bo hişyariyê hin fîşek teqandine. Lê ev tişt teqez e ku çeka ku bûye sedema îmhakirina wê wesayîtê ji aliyê hêzên me nehatiye bikaranîn.”

HPG diyar dike, “bi îhtîmaleke mezin ji hewayî û bi fuzeyê ve li vê wesayîtê hatiye xistin. Meseleya teqîna di vê wesayîtê de divê were lêkolînkirin. Em wek HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.”

Duh nêzîk demjimêr 02:00 serê sibehê li Çiyayê Metîna li sînorê nahiyeya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê, otomobîleke Hêzên Pêşmerge rastî êrişekê hat û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge jî duh derbarê êrişa li Metîna de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “Îro serê sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina ewlehiyê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) berî niha îdia kiribû ku hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge êrişî kampên gerîlayên PKKê kirine û gotibû, “Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”

Lê ew îdiaya HPGê ji aliyê Iraqê ve hat redkirin.

Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor ên Iraqê red kir ku hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”

Rudaw

Top