• Thursday, 18 July 2024
logo

Pisporekî pêwendiyên derve: PKK bûye penceşêr li her çar perçeyên Kurdistanê

Pisporekî pêwendiyên derve: PKK bûye penceşêr li her çar perçeyên Kurdistanê

Pisporekî pêwendiyên derve dibêje, PKK bûye darê destê welatên herêmî û dixwaze Herêma Kurdistanê bikşîne nav şer û aloziyê.

Pipsorê pêwendiyên derve, dr. Îrfan Ezîz li ser xirabkariyên PKKê li Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got, ewa ku li dijî Kurdistanê dike, ji wê mestir e ku tê dîtin. Pêwendiyên PKKê bi welatên herêmî re hene û ew jî pilanên xwe bi PKKê didin kirin û dixwazin Kurdistanê tengav bikin.

Dr. Îrfan Ezîz her wiha got, wan welatan gelek caran PKK li dijî Kurdistanê bikar anîne û nehîştine Kurdistan serkeftî be. Di hilbijartinên sala 1992 de dema Kurdistanê biryar da hilbijartinan bike, dewletên herêmî qebûl nekirin û PKK li dijî Kurdistanê bikar anîn. Di vê mijarê de jî ya ku herî zêde ziyanê dibîne, PKK ye.

Wî pisporê pêwendiyên derve anî ziman jî, PKK li ba NY û welatên endamên wê grûbeka terorîstî ye lê heta niha berpirsên Herêma Kurdistanê carekî jî negotine PKK terorîst e lê reftar û karên ku PKK li Herêma Kurdistanê dike, teror e.

Dr. Îrfan Ezîz li ser şerê PKKê li Bakûr jî got, eger PKKê gundek li Bakûr azad bikira me dê pişta wê bigirta lê şer xistiye nav Başûrê Kurdistanê. PKK bûye darê destê welatên herêmî bo têkdana Herêma Kurdistanê. Ji xwe welatekî herêmî (qesta wî Îran e) PKK wek peyayê xwe dibîne û mîna robotan bikar tîne!

Bi gotina wî pisporî, eger PKK bo Kurdistanê xebat dike divê rêzê li Herêma Kurdistanê bigire lê mixabin bûye penceşêr bo her çar perçeyên Kurdistanê.

 

Basnews

Top