• Wednesday, 15 May 2024
logo

Amerîka: Em êrîşa hovane ya PKKê şermezar dikin

Amerîka: Em êrîşa hovane ya PKKê şermezar dikin

dibêje emê li gel dostên xwe yên li herêmê berdewam dibin li ser karên hevbeş.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek weşandiye.

Îro yekşem balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê êrîşa duhê ya pkk bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek weşandiye û di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Amerîka bi tundî êrîşa hovane ya pkk bo ser hêzên pêşmerge mehkûm û şermezar dike.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Amerîka li gel dostên xwe yên li herêma Kurdistanê de diwestin û tekez li ser karên hevbeş bo dabîn kirina aramiyê li deverê de dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bi tundî êrîşa hovane hatiye şermezarkirin û pêşmerge weke hevparên jêhatî yên Amerîkayê hatine wesifkirin.

K24

Top