• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel Osame Nocifî civiya

Serok Barzanî li gel Osame Nocifî civiya

behsa rewşa parêzgeha Nînowayê jî hate kirin.
Behsa hilbijartinên Îraqê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke partiya Îraq Elmutehêdûn bi Serokatiya Serokê partiya han Osame Nocifî kir.

Di hevdîtinê de her du alî behsa pêşhatên dawî yên siyasî yên Îraqê kirin û balkêşandine ser hilbijartên Îraqê û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime hilbijartin di dema diyar kirî de werin lidarxistin.

Her di hevdîtinê de her du alî kêfxweşiya xwe ya li hember girîngiya ku civaka cîhanî bi hilbijartinên Îraqê dide diyar kirin.

Rewşa parêzgeha Neynewayê mijareke din ya civînê bû û her du alî diyar kirin ku lazime bingehên dewleteke medenî û demorkasiyê li Îraqê werin bihêztirkirin.

 

Top