• Sunday, 30 June 2024
logo

Osman Ocalan: Destê Tirkiyê di ‘şerê PKK-Pêşmerge’ de heye

Osman Ocalan: Destê Tirkiyê di ‘şerê PKK-Pêşmerge’ de heye

Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan dibêje, destê Tirkiyê, di êriş û şerê li Metîna heye ku di encama wî şerî de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Li çiyayê Metîna ku dikeve nav sînorê qeza Amêdiyê li Duhokê, êrişek li dijî karwanekî Hêzên Pêşmerge hat kirin û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û behsa êriş û şerê li Metîna kir û got, “Tiştek ecêb û çiam encameke wisa derket ne diyar e. Li vir aloziyek heye ku destê Tirkiyê tê de heye.”

Osman Ocalan dibêje, ev aloziyên dawîn ecêb in û “gelek tişt ti kes nizane kê kirine û diyar e ku destê veşartî yê Tirkiyê tê de heye.”

Siyasetmedar Osman Ocalan dibêje, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dewleta Tirkiyê hişyar bike ku “her dema xwest bombebaranê neke û divêev rê li ber bê girtin.”

Di dewama gotinên xwe de Osman Ocalan li ser şerê îro yê li çiyayê Metîna dibêje, “wek şerê PKK û Pêşmege diyar e, lê di rastiyê de şerekî veşartî heye û ne diyar e navbera kê û kê de ye û dê çawa encam bide an sedem kî ye ne xuya ye û divê ev li ber çar bê girtin û teknîka dijmin zêde ye, vê teknîkê bikar tînin û rastiyê veşêrin.”

Kampa Mexmûrê jî îro ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bombebarakirin û Osman Ocalan dibêje, “diyar e êrişek li ser Mexmûrê jî heye û dewleta Tirkiyê ji wê re jî amade ye û êriş kir.”

Wezareta Pêşmerge derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berî niha ragihandibû, “Hêzên Iraq û PDK’ê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin. Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”

Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor red dike hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyeke din de derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge, ragihand ku ew nizanin kê û çawa derb li Hêzên Pêşmerge daye.

Di daxuyaniyê de hatiye, piştî ku hêzên Pêşmerge “ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin.”

HPGê ragihandiye, “Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin.”

Brîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihand, “Hêzên Pêşmerge yên Zêrevanî li çiyayê Metîna ketin kemîneke PKKê û 5 Pêşmerge şehîd û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.”

Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyên xwe de li ser wê bûyerê, êrişa PKKê bi tundî şermezar kirin û banga rêzgirtinê li serweriya Herêma Kurdistanê kirin.

Rudaw

Top