• Thursday, 18 July 2024
logo

Wezareta Berevaniya Iraqê: Êrîşa li dijî pêşmerge nayê qebûlkirin

Wezareta Berevaniya Iraqê: Êrîşa li dijî pêşmerge nayê qebûlkirin

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê êrişa PKKê ya li ser Hêzên Pêşmerge şermezar kir û ragihan ku ragihand, her êrîşekê li ser hêza Pêşmerge red dike.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa PKKê ya îro li devera Amêdiyê bo ser Hêzên Pêşmerge şermezar kir û ragihand: “Em van êrîşan red dikin û em qebûl nakin."

Di daxuyaniyê xwe de Wezareta Berevaniyê ya Iraqê dibêje: “Em êrîşa teroristî ya tirsonek a li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê ya ji aliyê hêzeke ne Iraqî ve hatiye kirin şermezar dikin.”

Wezareta Berevanîya Iraqê tekezî li ser wê çendê dike, ku “Hêzên Pêşmerge beşekî serekî yê hêzên çekdarên ên me ne û her êrişek li ser vê hêzê red dikin û nay qebûlkirin.”

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê pêştir daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû ku bê ser xetê û êrişçn Tirkiyê rawestîne û ji PKKê re jî bibêje rêzê li serwerî û sînorên Herêma Kurdistanê bigire. Wezareta Berevaniya Iraqê ev yek jî gotiye: “Ji bo zelalkirinê lêkolîn hatine destpêkirin û her destdirêjiyeke bo ser xwîn û ewlehiya asayişa Iraqiyan divê bêne cezakirin.”

 Di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Berevanîya Iraqê dibêje: “Em dubare dikin ku hêzên Iraqê bi hemû şêweyan ji serweriya neteweyî li ser tevahiya xaka Iraqê berpirsyar e û her binpêkirinekê çi li hundir, çi jî ji derve be ew dê were cezakirin.”

Wezareta Pêşmerge derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Piştî vê bûyerê Wezareta Pêşmerge, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê û aliyên din ev êrîş şermezar kirin û bang li PKKê kirin ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Lîwa Yehya Resûl êrişa PKKê ya li ser Pêşmerge şermezar kir û got, encamderê êrişê dê bên cezakirin.

Lîwa Yehya Resûl êrişa li ser Pêşmerge şermezar kir û tekez kir, “Hêzên asayişê lêkolîn derbarê bûyerê de dane destpêkirin” û diyar kirk u encamderên êrişê dê bên cezakirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê dibêje: “Em tekeziyê li ser prensîpa destûrî dikin û rê nadin Iraq bibe cihek bo êrişên ser cîranan.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berî niha ragihandibû, “Hêzên Iraq û PDKê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin. Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”

Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor red dike hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”

Brîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihand, “Hêzên Pêşmerge yên Zêrevanî li çiyayê Metîna ketin kemîneke PKKê û 5 Pêşmerge şehîd û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyeke din de derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge, ragihand ku ew nizanin kê û çawa derb li Hêzên Pêşmerge daye.

Di daxuyaniyê de hatiye, piştî ku hêzên Pêşmerge “ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin.”

HPGê ragihandiye, “Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin.”

Rudaw

Top