• Saturday, 29 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Êrîşa PKK bi tundî mehkûm û şermezar dikim

Mesrûr Barzanî: Êrîşa PKK bi tundî mehkûm û şermezar dikim

di encama êrîşê de 5 pêşmerge şehîd bûne.
Derbarê êrîşa pkkê de twittek weşandiye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa îro ya pkkê bo ser hêzên pêşmerge twittek weşand.

Serokwezîr di twitta xwe de nivîsandiye: Bi tundî êrîşa îro ya pkkê bo ser hêzên pêşmerge mehkûm û şermezar dikim, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî kesûkarên her 5 şehîdên îro dikim, hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran dixwazim.

Serokwezîr herwiha nivîsandiye; Daxwaz ji parlemen û tevahiya aliyên din dikim ku bi yek dengî li hember destdirêjiya han rawestin.

Weke tê zanîn îro şemî danê sibê PKK li çiyayê Metînan êrîşî ser hêzên pêşmerge kir û di encam de 5 pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

 

 

Top