Kazmî derbarê êrîşa li ser Pêşmerge peywendî bi Serok Barzanî re danî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel Serok Barzanî peywendiyeke telefonî pêk anî û ji ber şehîdbûna 5 pêşmergeyên îro serxweşî xwest.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Şemiyê 5ê Hezîrana 2021ê derbarê êrîşa êrişa PKKê ya li ser Hêzên Pêşmerge peywendiyeke telefonî ligel Serok Barzanî encam da û ew êriş şermezar kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serok Barzanî diyar kir ku Mistefa Kazimî ji ber şehîdbûna 5 pêşmegeyan serxweşî xwest.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serok Mesûd Barzanî û Mistefa Kazmî li ser "girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, ji bo parastina sînoran û vegerandina aramiyê bo wan deveran û rêgirtina li ber her destwerdanekê bi girîngî zanîne.
Wezareta Pêşmerge derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”
Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berî niha ragihandibû, “Hêzên Iraq û PDKê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin. Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”
Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor red dike hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”
Brîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihand, “Hêzên Pêşmerge yên Zêrevanî li çiyayê Metîna ketin kemîneke PKKê û 5 Pêşmerge şehîd û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyeke din de derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge, ragihand ku ew nizanin kê û çawa derb li Hêzên Pêşmerge daye.
Rudaw