• Thursday, 18 July 2024
logo

Wezareta Pêşmerge li ser êrîşa PKKê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Pêşmerge li ser êrîşa PKKê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo Pêşmerge hatiye danîn û di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha ye:

Vê sibê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzeke Pêşmerge di dema bicihanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdî, bi mebesta parastina xelk û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo wan hatiye danîn, di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Berî niha jî me hişyarî dabû ku di egera rûdana bûyerên bi vê şêweyê de divê her kes rêz li sînorê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.

Wezareta Pêşmerge

5ê Hezîrana 2021ê

K24

Top