Erdogan ‘mizgînî’ya xwe aşkere kir
Serokomarê Tirkiyê `mizgînî`ya xwe aşkere kir û got, keştiya wan a bi navê Fatîh li bîra Amasra-1, 135 milyar metre sêca gaza sirûştî kifş kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berî niha gotibû ku ew dê mizgîniyekê aşkere bike û Erdogan îro li bajarê Zonguldakê di merasîma danîna bingeha bendera Fîlyosê de ew `mizgînî` ragihand.
Erdogan got ku keştiya wan a bi navê Fatîh ku xebatên lêgerîna gaza sirûştî birêve dibe, li bîra Amasra-1 a li qada gazê ya Sakaryayê, 135 milyar metre sêca gaza sirûştî peyda kiriye.
Li gor Erdogan li gel vê yekê heta niha wan karîne bi qasî 540 milyar metre sêca gaza sirûştî li Deryaya Reş kifş bikin.
Serokomarê Tirkiyê got xebatên wan ên lêgerîna gaza sirûştî li wê deverê berdewam dikin û got, “Hêvîdar im em dê mizgîniyên nû bidin.”
Erdogan amaje bi pêwîstiya enerjiyê kir û got, ji bo ku pêş bikevin yek ji armancên wan e Tirkiyê ji “hawridekirina enerjiyê” rizgar bikin û got jî, ji bo ku gaza sirûştî ya li Deryaya Reş pêşkêşî xizmetê bikin, ew bê navber xebatên xwe birêve dibin.
Ji bo derxistina wê gaza sirûştî ya li Deryaya Reş jî Erdogan tekez kir ku ew prose dê ji sê qonaxan pêk bê û ew qonax jî wiha rêzkirin; avakirina sîstema berhemanîna gaza sirûştî li zemîna deryayê, damezrandina tesîsa li bejahiyê ku gaza sirûştî ya derdikeve bo bikaranînê amade bike û danîna xeta boriyan di navbera sîstema li nav deryayê û sîstema li bejahiyê.
Ev di demekê de ye ku ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandibû ku Erdogan dê îro (04/06/2021) li ser dîtina gaza sirûştî ya li Deryaya Reş daxuyaniyekê bide û gotibû, Erdogan bi vê daxuyaniya xwe nikare nirxê Lîreyê Tirkî ji daketinê rizgar bike.
Rudaw