Îro çend zarokên DAIŞê bo welatê wan tên radestkirin
Rêveberiya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku îro hejmareke din ya endamên malbatên çekdarên DAIŞê radestî aliyên fermî yê Holandayê tê kirin.
Li gor zanyariyan, îro wê Holland 5 zarokên sêwî yê DAIŞê wergire. Biryar e ev prose demjimêr 11 li ofîsa peywendiyên derve ya Rêveberiya Xweser bê kirin.
Heya niha rayedarên Hollandî ti zanyarî li ser nav û temenê wan zarokan nedaye tevî ku ev ne cara yekemîn e ku welatiyên xwe werdigire. Di sala 2019ê de, Holenda 2 zarokên din yê sêwî wergirtin. Heya niha welatên Rûsya, Fransa, Qazaxistan, Sûdan, Kosovo, Swêd, Amerîka çend welatiyên xwe birine.
Li gor amarên Rêveberiya Xweser, nêzîkî 6 hezar çekdarên DAIŞ girtî ne, hezar ji wan ji nasnameyên biyanî ne, ji 50 welatên Ewropî û Asyayî ne, heya niha welatên wan razî nebûne wan çekdaran werbigirin.
Li gor amarên rêkxisitnên xwecihî, nêzîkî 24 hezar zarokên DAIŞê li kampa Holê dijîn û ji 60 welatên biyanî ne.
Rudaw