• Saturday, 29 June 2024
logo

Ji Hewlêrê bi sedan çadir û bi hezaran betanî bo mexdûrên şewata kampa Şariya hatin şandin

Ji Hewlêrê bi sedan çadir û bi hezaran betanî bo mexdûrên şewata kampa Şariya hatin şandin

Parêzgarê Hewlêrê bi alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi sedan çadir û bi hezaran betanî ji mexdûrên şewata kampa Şariya ya Duhokê re şandin.

Duhî agir bi kampa Şariya ya koçberên êzîdî li parêzgeha Duhokê ket û bi sedan çadir şewitîn, ji ber wê jî gelek koçber bê mal û sitar man.

Ji ber wê jî, parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi alîkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kordînasiyona wezareta navxwe ya Kurdistanê, 250 çadir, 5 hezar betanî, 3 hezar karton zeyt û 200 karton tiştên zarokan û bi hezaran pakêt û karton tiştên paqijiyê ji mexdûrên şewatê re şandin.

 

 

Basnews

Top