• Saturday, 29 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Em ê zirardîtiyên Kampa Şarya qerebû bikin

Mesrûr Barzanî: Em ê zirardîtiyên Kampa Şarya qerebû bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember bûyera şewatê ya îro ya li Kampa Şarya ya li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand û tekezî li ser piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo qerebûkirina zirardîtiyên vê bûyerê kir.

Li ser vê mijarê Mesrûr Barzanî di peyameke xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Twitterê diyar kir: “Ez xemgîn im ji ber nûçeya şewata li Kampa Şarya ya li Duhokê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ez ligel parêzgar axivîm û em piştevaniya temam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêwîstî û qerebûkirina zirardîtiyan dûpat dikin. Herwiha ji xêrxwazan daxwaz dikim ku alîkariyên zêdetir ji bo kampê dabîn bikin.

 

K24

Top