• Thursday, 18 April 2024
logo

Termê damezirînerê Kalan Muzîkê Hasan Saltik hat veşartin

Termê damezirînerê Kalan Muzîkê Hasan Saltik hat veşartin

 Avakarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik, ku nêzîkê 30 sal e li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di warê muzîkê de xebatên girîng kiribû, li Stenbolê bi axê ve hat spartin.

Îro li Mala Cemê ya Kartal Stenbolê ji bo Hasan Saltik merasîmeke cenazeyê hat lidarxistin. Tevî malbata Saltik, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, siyasetmedar û hunermend beşdarî merasîma cenaze bûn.

Destegula Tora Medyayî ya Rudawê di merasimê de hatiye danîn.

Di merasîmê de, hevjîna Saltık, Nilüfer Saltık û diya wî Karanfil Saltık sersaxiyan qebûl kirin.

Xwediye Kalan Muzîkê Hasan Saltik ê 57 salî pêr li navçeya Bodrûmê ya Muglayê ya Tirkiyê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû û ji bo bi axê ve spartin cenazeyê wî anîbûn Stenbolê.

Avakarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik di sala 1964an de li Dêrsima Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bû.

Saltik dibisitana xwe ya seretayî li Dêrsimê û dibistana navîn jî li Stenbolê qedand. Piştre li Konservatuara Dewletê ya Stenbolê dest bi perwerdehiya Obuayê kir lê ji ber pirsgirêkên aborî perwerdehiya xwe nîvco hişt û li Lîseya Suadiyeyê berdewam kir.

Hasan Saltik di sala 1992 an de Kalan Muzîkê avakir.

 

Rudaw

Top