Dûbiz- Hêzên Iraqî 5 milyon dînarê hemwelatiyekî dizîn
![Dûbiz- Hêzên Iraqî 5 milyon dînarê hemwelatiyekî dizîn](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20210604211029_original_35.webp )
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di operasyoneke li bajarê Dûbizê yê ser bi Kerkûkê 5 milyon dînarê hemwelatiyekî kurd dizîn.
Êvara roja pêncşemê 03-6-2021ê hêzên Iraqê li bajarê Dubizê dest bi operasyoneke kontrol û aramiyê kirin.
Berpirsê Partiya Demokrtata Kurdistanê (PDK) li Dubizê Cewad Mihemed, ji BasNewsê re axivî û da zanîn hêzên Iraqê li du taxên Dubizê operasyona kontrol û aramiyê pêkanîne û di dema wê operasyonê de 5 milyon dînarên hemwelatiyekî dizine.
Herwiha Cewad Mihemed aşkere jî kiriye navê wî hemwelatiyê kurd ê pereyê wî hatiye dizîn Eyad Seîd e û hêzên emnî çûne mala wî û bi navê kontrol û aramiyê ji mala wî 5 milyon dînar dizine.
Basnews