• Sunday, 30 June 2024
logo

Hewlêr û Wan di sê waran de hemahengiyê dikin

Hewlêr û Wan di sê waran de hemahengiyê dikin

 Parêzgeha Hewlêrê û Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di warên geştyarî, pîşesazî û ajaldariyê de hemahengiyê dikin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd îro 27.06.2024, bi Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Parêzgeha Wanê Necdet Takva û hejmareke karmend û endamên odeya bazirganî û pîşesazî ya wê parêzgehê re civiyan.

Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, Parêzgerê Hewlêrê di wê civînê de amaje daye kûrahî û bihêziya peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ku rengvedan li ser tevgera bazirganî û aborî hebûye.

Parêzgerê Hewlêrê herwesa berheviya xwe ya temam ji bo hemahengî û pêkvekarkirina bi parêzgeha Wanê re li ser tevaya astan diyar kir, herwesa amaje da ku hejmareke zêde ya kompaniyên Tirkiyeyê di warên cuda cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin û hêsankariyên temam jê re hatine kirin.

Umêd Xoşnaw ew yek jî eşkere kir ku her du parêzgehên Hewlêr û Wanê di paşerojê de berdewamiyê didin kertê geştyariyê di navbera xwe de, ku xaleke din a pêşxistina abor û bazarî ye.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Parêzgeha Wanê jî di wê civînê de tekez li ser zêdetir mukomkirina peywendiyan kir, herwesa Parêzgerê Hewlêrê vexwand pêşangeha Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Parêzgeha Wanê ku biryar e li meha Îlona bê bê kirin.

Necdet Takva amaje bi wê jî da, “Parêzgeha Wanê ji aliyê geştyarî û bazirganî û çandî û pîşesazî û canewerdariyê ve pêngavên baş avêtine, tevî wê jî parêzgeha Hewlêrê sûkeke bihêz a aborî ya deverê ye, mimkin e bi rêya pêkvekarkirina karkerên her du aliyan lihevguhertina hizir û nerînana bê kirin.

 

 

Basnews

Top