• Sunday, 30 June 2024
logo

Artêşa Tirkiyeyê li Zaxoyê 6 xalên leşkerî çêdike

Artêşa Tirkiyeyê li Zaxoyê 6 xalên leşkerî çêdike

Artêşa Tirkiyeyê li Zaxoyê 6 xalên nû yên leşerî çêdike û xelkên herêmê êdî nikarin herin nava mal û milkên xwe.

Artêşa Tirkiyeyê bi armanca çêkirina 6  xalên leşkerî li zincîre Çiyayê Zirêze rêyên nû vedike. 

Li gorî zanyariyan, heta niha artêşa Tirkiyeyê li derdora 8 gundên herêmê bi cih bûne.

Herwiha ji ber bombebaranên Tirkiyeyê agir bi daristanên Zaxoyê dikeve û kes nikare wan agiran jî kontrol bike.

Xelkê herêmê û xwediyên pez û dewaran eşkere dikin ku niha ji ber bombebaranên Tirkiyeyê ew newêrin ajelên xwe derxin û wan biçêrînin.

Leşkerên Tirkiyeyê li 20 kîlomtre çargoşeyê belav bûne.

Bicihbûna leşkerên Tirkiyeyê bandor li ser mêşvaniyê jî kiriye û gelek mêşvan jî êdî nikarin mêşan jî xwedî bikin.

“Em nema dikarin pezên xwe bibin çiyayan”

Şêniyê bi navê Sacid Nermkî li ser tevgera leşkerî ya li herêmê ji Rûdawê re eşkere kir ku kepçe û buldozer û du girêder li herêmê di navbera Şîvê û Xerweyê de rêyekê vedikin.

Xelat Zubêr jî ajaldar e û da zanîn ew êdî nema dikarin ajalên xwe xwedî bikin û wiha got:

“Nêzîkî 3 hezar bizin û mihên me hene. Berê me kîjan çiya bixwesta em diçûn. Em diçûn her deverê piştî ku leşker hatine em êdî nikarin herin ti deverê.

Em li 200- 300 metreyê nêzîkî gundê xwe pezê xwe diçêrînîn.”

Melevan Ekrem jî nêzîkî 10 sal in li gundê Girê Biyê yê herêmê meşvaniyê dike. Niha 100 kewarên wî hene. Berê mêşên xwe dibir herêmên çiyayî.

Ji ber operasyonên artêşa Tirkiyeyê û danîna xalên leşkerî û şerê li herêmê neçar maye mêşên xwe li gund bihêle.

“Em nikarin kewarên xwe ji gund derxin”

Melevan behsa bandora hatine leşkerên Tirkiyeyê ya li herêmê kir û wiha axivî:

“Beriya niha min kewarên xwe dibir çiyayan. Aniha ez nikarim wan bibim Bersiyarkê, Şîdinê û Ruwîsê.

Tirkiyeyê ew herêm dagir kirine û çûna me ya ji bo wan gundan hat qedexekirin.

Em nikarin êdî herin gundê Sûriyê, Serê Bismîlê û Dêmkaşê û aniha Tirkiye gundên Girê Biyê û Şîvê û aliyê Xerrweyê Şiyanê jî digire û li me qedexe dike.

Eger kewarên me li çiyayan bûna dê 2 beramber berhema me zêdetir bûya.”

Bi danîna 6 xalên leşkerî 8 gundên devera Guliyan a zincîre çiyayên Zirêze tê dagîrkirin.

Niha xelk li gundên Rêwanê, Girê Biyê û Dêmka, Zirêze û Korkayê hene û ev gundên ava ne.

Gundên bi navên Şîvê, Kehniya Tiya, Bilêcanê jî ji ber operasyon û bombarankirinên Tirkiyeyê û şerê leşkerên Tirkiyeyê û PKKyê hatine valakirin û xelk newêre herin ser mal û milkên xwe.

 Li gorî gotina hinek şêniyên herêmê, nêzîkî 400 leşkerên Tirkiyeyê bi awayekî peya di wan gundan re derbas bûne.

 

Rudaw

Top