• Sunday, 30 June 2024
logo

Tirkiyê: Operasyonên me li derveyî sînor berdewam dibin

Tirkiyê: Operasyonên me li derveyî sînor berdewam dibin

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê ragihand, Tirkiye bi biryar e operasyonên xwe yên leşkerî li Sûrîyê û Iraqê berdewam bike.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê piştî civîna bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di daxuyaniyekê de ragihand, “Operasyonên ku hêzên Tirkiyê li derveyî sînor pêk tîne, bi armanca jinavbirina terorê û bicihkirina ewlehiyê li welatên cîran û Tirkiyê ye”

Encûmena Asayişa Niştimanî Tirkiyê dibêje: “Tirkiye rêzê li serwerî û yekperçeyîya welatên cîran digire, lê dê helwesta xwe ya şerê li dijî terorê li hindur û derveyî sînor bimîne.”

Herwiha got: “Operasyonên me yên leşkerî yên ji bo jinavbirina rêxistinên terorîst ên li ser xeta sînorê me yê başûr û misogerkirina ewlekariya sînor dê di dema pêş de jî dewam bikin.”

Artêşa Tirkiyê demeke bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyonên leşkerî yên berfireh li nav sînorên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, ji ber şerê artêşa Tirkiyê û PKKê jî gelek gundên navçeyên sînorî vala bûne.

K24

Top