• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Kerkûkê 4 kes bi nexweşiya Kivarka Reş ketin

Li Kerkûkê 4 kes bi nexweşiya Kivarka Reş ketin

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê aşkere kir, 4 haletên nexweşiya Kivareke Reş li bajêr hatin tomarkirin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Nebîl Hemdî di daxuyaniyekê ragihand, 4 haletên nexweşiya Kivareke Reş li bajêr hatin tomarkirin, ew kesên pêketî jî temenên wan mezin e, nexweşiya şekir pê re hene û parêzvaniya wan kêm e.

Nebîl Hemdî tekez kir, “Pêwîst nake em ji vê nexweşî bitirsin, ji ber ku we wek Koronayê ne pandemîk e. Ew ne nexweşiyeke nû ye û ji sala 1985an ve heye.”

Roja 1ê vê mehê nûçeya canjidestdana kesekî bi Kivarka Reş li bajarê Silêmaniyê hat belavkirin. Di wê derbarê de Rêveberê Xweparêziyê li Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Rizgar Elî ji K24ê re ew nûçe piştrast kir û got: “Ev nexweşî li cîhanê belav bûye û egera pêketina kesên temenê wan mezin e û berevaniya laşê wan kêm e bi vê nexweşiyê zêde ye.”

Li gor amaran, heta niha li Hindistanê here kêm 10 hezar kes bi nexweşiya Kivarka Reş ketine û dora 200 kesan jî pê canê xwe ji dest dane.

 

K24

Top