Serok Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Erebistanê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Erebistana Siûdî li Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî îro li Pîrmam pêşwazî li konsulê nû yê Erebistana Siûdî li Herêma Kurdistanê, Mihemed bin Silêman El Esîrî kir.
Di civînê de konsulê Erebistanê kêfxweşiya xwe li hember pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, zêdebarî hebûna arîşe û tengaviyan Herêma Kurdistanê gelekî pêş ketiye.
Wî dîplomatê Erebistanê amadehî û daxwaza welatê xwe jî bo berfirehkirina pêwendiyên Riyaz û Kurdistanê anî ziman bi taybet di warê aborî de.
Serok Barzanî jî ronahî xist ser pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Erebistanê û spasiya Erebistanê kir ku alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dike û barê hikûmeta Kurdistanê sivik dike.
Serok Barzanî hêviya serkeftinê jî bo konsulê nû yê Erebistanê di posta wî ya nû de xwast.
Basnews