• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokê herêmê pîrozbayî li YNKê dike

Serokê herêmê pîrozbayî li YNKê dike

Duh bîranîna 46mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê ye.

Bi minasebeta 46mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNKê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de behsa rola YNKê di nava bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurd de kiriye û nivîsandiye ku YNK hêzeke siyasî ya sereke ya Kurdistanê ye ku xwedan roleke gelek diyar û berçave di nava dîroka têkoşîna azadî ya gelê Kurd de.

Barzanî herwiha eşkere kiriye ku YNK niha jî yek ji wan hêzên siyasiye ku hem di nava Kurdistanê de û him jî di nava Îraqê de xwedan rol û pêgeheke girînge.

Nêçîrvan Barzanî herwiha silavên xwe bo rihê damezrêner û Sekreterê giştî yê YNK Mam Celal jî şandiye û nivîsandiye ku rol û erkê YNK û tevahiya aliyên din yên Kurdistanê yên bo yekrêziyê û bidest xistina mafên gelê Kurd gelek girînge û lazime bi yekgirtin û yekdengiyê kar li ser bidest xistina mafên gelê Kurd bikin.

Top