• Sunday, 19 May 2024
logo

Du pîlotên Îranê canê xwe ji dest dan

Du pîlotên Îranê canê xwe ji dest dan

Firokeya rahênanê ya ji corê F5 a Binkeya Çarem a Dizfûlê rastî bûyerê hatiye û di encamê de herdu pîlotên wê firokeyê canê xwe ji dest dan.

Cîgirê Parêzgarê Xûzistanê û Qaymeqamê Taybet ê qezaya Dizfûlê, Elî Ferehmendpûr ragihand, bûyer li ser erdê çê bûye û zanyariyên derbarê “ketina balafira şer piştî firînê” de red kir.

Elî Ferehmendpûr got: “Ev bûyer li ser erdê çê bûye û me îro ti firînek nebû ku rastî bûyerê bê.”

Televizyona fermî ya Îranê ragihandiye, bûyer ji ber “pirsgirêkeke teknîkî” çê bûye.

Herdû firokevanên ku di firokeyê de mirine, navê wan ‘Kiyanoş Besatî’ û ‘Hisên Namî’ ye, herwiha pileya wan a leşkerî nehatiye eşkerekirin.

Rayedarê Parêzgeha Xûzistan a Îranê ragihandiye, hêzên artêşa wî welatî cihê bûyerê dorpêç kirine û dest bi lêkolînê kirine.

Herwiha tîmek ji Tehranê ve bo lêkolînkirina bûyerê berê xwe daye parêzgeha Xûzistanê.

Hejmarek ji firokeyên Amerîkî li cem hêzên esmanî yên Îranê hene, berî  sala 1979an û di serdema Şah de Îranê ji Amerîkayê kirîbûn. Herwiha hejmarek ji firokeyên Rûsî jî li ba Îranê hene, wek Sukhoi û û Mig.

Xûzistan yek ji parêzgehên Îranê ye ku dikeve başûrê rojava yî wî welatî û mezintirîn bîrên petrola Îranê li wî bajarî ne.

Rudaw

Top