• Wednesday, 17 July 2024
logo

Swêd- Xortekî kurd li Swêdê hat kuştin

Swêd- Xortekî kurd li Swêdê hat kuştin

Xorekî xelkê Xaneqînê ji be sedemên nediyar li Swêdê bi kêran hatiye kuştin.

Ligor zanyariyên  xortekî bi navê Kardo Nebîl ku ev çend sal in li Swêdê dijî îro roja sêşemê 01.06.2021ê ji ber sedemên nediyar bi kêran hatiye kuştin.

Hevalê Kardo Nebîl Selam Bacelan ji BasNewsê re axivî û da zanîn heta niha sedema kuştina Kardo Nebîl ne diyar e û derbarê kuştina wî de lêkolîna polîsên Swêdê berdewam dikin.

Herwiha Serokê Dezgaha Lûtkeya Karûbarên Penaberan Arî Celal jî ji BasNewsê re axivî û aşkere kir karê wan ew e ku pêdaçûnê derbarê penaberên ku bi rêyên penaberiyê rastî arîşeyan dibin dikin. Herwiha ew ê ji ser nûnertiyên xwe lêkolînê derbarê wê pirsê de bikin û bizanin bê ka sedema kuştina wî xortê kurd çi bûye.

Basnews

Top